PeyamaKurd – Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Netewî û Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel Kemal Kiliçdaroglu, di mîtînga Samsûnê de piştî îstîxbarata ku dibe ku sûîqest û êrîşek li dijî wî bê kirin, bi êlekê pola axaftina xwe kir.
Di dema axaftina xwe de cerdevanên fermî û midûriyeta parastina sivîl ku li ser dikê çekên lûle dirêj hilgirtibûn, li pişt Kiliçdaroglû sekinîn.
Çavkaniyekî ji nava CHPê diyar kir, piştî îstîxbarata ku dibe ku Kiliçdaroglû rastî êrîşê were, tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Rojnameger Merdan Yanardag roja Pêncşemê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî îdia kiribû ku tîmeke ji Gurcistanê ji bo kuştina Kiliçdaroglu derbasî Tirkiyeyê bûye. Pişt re hat ragihandin ku derbarê Yanardag de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin