Îranê, rojnamevanekî ji medyaya Londonê desteser kir

Îranê, rojnamevanekî ji medyaya Londonê desteser kir

PeyamaKurd- Ji aliyê Îstîxbarata Supaya Pasdaran a Îranê ve hat ragihandin ku kesekî tê îdiakirin ku di televizyona muxalîf a Londonê ya bi navê "Iran International" de dixebitî, hatiye desteserkirin.

Li gorî nûçeya ajansa nîvfermî ya Tesnîmê ya Îranê, Ajansa Îstixbarata Supaya Pasdaran a Îranê, serkirdeyekî ku di televîzyona Îran International de kar dikir, li bajarê Xoyê yê parêzgeha Azerbaycana Rojava desteser kiriye.

Di agahiyên bi rêya nûçeyê hatin parvekirin de hat eşkerekirin ku “Kesê nasnameya wî ne diyar, di dema xwepêşandanên li welêt de li ser medyaya civakî geriyaye û gelek çalakiyên ku gel tehrîk dike û li dijî ewlehî û xirabkirinê, zirarê dide ewlehiya bajêr."

Li Îranê hat ragihandin ku jina bi navê Îlham Efkarî di 10ê Mijdarê de, kesekî ku navê wî nehate zanîn jî di 23yê Mijdarê de bi hinceta ku berê di saziyeke çapemeniyê ya Londonê de dixebitî hatiye girtin.

Li ser çalakî û xwepêşandanan, di 19ê Cotmehê de Îranê dezgeha medyayî ya opozîsyonê ya Londonê ya Îran International wekî "rêxistineke terorîstî" ragihandibû û îdia kiribû ku xwepêşanderên kiryarên tundûtûjiyê pêk hanîn, teşwîq kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin