Plasschaert xatir ji Serok Barzanî xwest

Plasschaert xatir ji Serok Barzanî xwest

PeyamaKurd -  Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Gulanê pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê Jeanine Plasschaert kir ku ji ber bidawîbûna erka xwe serdana xatirxwestinê kir.

Di hevdîtinê de, rewşa navçeyê û pêşhatên dawî yên li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.

Serok Barzanî spasîiya erk û xebatên Jeanine Plasschaert kir û pêzanînên xwe ji bo rola wê ya baş hebû ku di heyama kar û xebatên xwe yên li Iraqê de ji bo aramiya Iraqê û nêzîkkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêkan rol lîstiye.

Serokê Barzanî herwiha hêviya serkeftinê di erk û karê Plasschaert yê nû de jê re xwest.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin