Papa: “Ez bi birayên xwe yên misilman re me”

Papa: “Ez bi birayên xwe yên misilman re me”

PeyamaKurd- Rêberê ayînî yê katolîkan Papa Francesco li ser mijara êrîşa ser mizgeftên li Zelandayê ku roja înê hat kirin, li meydana San Pietro ya Vatîkanê bo kuştiyên mizgeftên Zelandayê dia kir û got: “Ez li cem birayên xwe yên misilmanim.”

Papa weha dewam kir:

“Di van rojan de, di ser êşa şer û pevçûnên ku mirovahiyê xemgîn dikin, li Christchurchê ya Zelanda Nû, dilêşiyeka nû ya êrîşa ser her dû mizgeftan zêde bû. Bo miriyan, birîndaran û malbatên wan dia dikim. Ez bi cemaeta birayên xwe yên misilman re me.”

Papa got ku herkes bo birayên me yên misilman yên ku hatine kuştin bi bêdengî bila herkes dia bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin