7 mehe ku di navbera Ankara-Bexda de hevdîtinên li ser “operasyona li dijî PKKê” dewam dikin. Bi taybetî piştî “referandûma serxwebûnê” ya Kurdistanê ku navbera Tirkiyê û Kurdistanê nexweş bû, Tirkiye bi Bexda re têkiliyên xwe qewî kir.
Di operasyonan de 7 kampên PKKê û devera Mexmûrê di rojevê de ye. Tê plankirin ku operasyon di meha hezîranê de bêkirin. Ev operasyon wê bi Iraqê re bibe operasyona yekem ku bi hevre bikin.
Hefteya borî Bexda hişyarî dabû PKKê da ji Sincar û Şengalê vekişin û baregehên fermî vala bikin da rêvebirên fermî karibin xebata xwe bikin. Tê gotin ku hefteya pêşiya me wê heyetek ji Bexdayê here Sincarê da hişyariyeka dinê bide PKKê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin