PeyamaKurd - Sererkanê Artêşa Îranê Tevgeneral Mihemed Baqirî, piştî hêrişên hewayî yên frokeyên bêmirov û mûşekan ên li dijî Îsraîlê ji raya giştî ya Îranê re nirxandin kirin.
Baqirî angaşt ku hêrişa li dijî Îsraîlê "bi serketî temam bûye û hemû armancên hêrişê bi serkeftî hatine bidestxistin."
Serenavên gring ên daxuyaniyên Bakiri wiha ne:
"Sedema vê operasyonê ew bû ku Rejîma Siyonîst xêzên xwe yên sor derbas kir. Ev yek ji bo me rewşeke ku nayê qebûlkirin bû. Hêrişa Rejîma Siyonîst a li dijî avahiya konsulxaneya me ya Şamê û kuştina şêwirmendên leşkerî yên welatê me ku bi vexwendina Sûriyeyê, bi awayekî yasayî li Sûriyeyê bûn, tê wateya ku xetên me yên sor derbas bûne.
Di vê operasiyona hanê de hejmareke berçav ji frokeyên bêmirov, mûşekên balîstikî û yên kruze hatin bikaranîn ku Qubeyên Hesinî yên Rejîma Siyonîst li ber xwe nedan. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê got ku haya wan ji hêrişa Şamê tune ye, lê belê derket holê ku ew hêriş bi saya çira kesk a DYAyê hatiye kirin. Herwaha DYAyê ragihandibû ku ew naxwaze li herêmê alozî zêde bibe, lê belê zanyariyên ku di destê me de hene didin xuyakirin ku DYA bi hemû hêza xwe hewl da ku li Iraq û Urdinê ji bo parastina Rejîma Siyonîst destêwerdanê bike. Lê belê dîsa jî bi ser neket.
Sererkanê Artêşa Îranê Tevgeneral Mihemed Baqirî di dawiya nirxandina xwe de gote ku "Ti niyeta me ya berdewamkirina vî şerî tune ye, lê belê heger Rejîma Siyonîst li dijî Îranê yan jî li dijî axa me bikeve tevgerê, operasyona me ya bê, wê ji vê operasyonê mezintir be."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin