PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Îranê piştî daxuyaniyên Wezîrê Derve Cewad Zerîf ên dijderketina operasyona Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, car din bi daxuyaniyekê êrîşa Tirkiyê şermezar kir û xwest derhal rawestînin.
Di daxuyaniya wezaretê de, bertek nîşanî êrîşa Tirkiyê tê dayîn û bang li Tirkiyê tê kirin ku hêzên xwe yên li Sûriyê vekişîne û êrîşê jî derhal rawestîne.
Îranê beriya niha jî dabû xuyakirin ku ew metirsiyên ewlehiyê yên Tirkiyê fêm dikin, lê divê di çarçoveya parastina yekparçeyiya Sûriyê de bi danûstandina ligel rejîma Sûriyê tevbigere.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin