Fraksiyonên Kurdistanî: Me nameyek bihêz a yekrêziya xwe gihand Iraqê

Fraksiyonên Kurdistanî: Me nameyek bihêz a yekrêziya xwe gihand Iraqê

PeyamaKurd - Li demeke ku li Iraqê amadekariyên avakirina hikûmeta nû tê kirin û şanda partiyên Kurdistanê li Bexdayê di da nav danûstandinan de ye, frakisyonên Kurdistanê yên di Parlemantoya Iraqê de dibêjin, di vê qonaxa niha de em rijd in li ser parastina yekrêzî û yekdengiya xwe ji bo berjewendiyên bilind ên Kurdistanê û ev yekhelwestiya partiyên Kurdistanî nameyeke bihêz daye hindur û derveyî Iraqê.

Frakisyona PDKê

Seroka Frakisyona PDKê di Parlemantoya Iraqê de Viyan Sebrî ji malpera KDP.infoye re ragihandiye: “Serokê frakisyonên Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan û em hemû yeknerîn bûn ku em li Iraqê yekdeng û yekbiryar bin di vê rewşa niha ya Iraqê de, ew jî ji bo berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê. Pir girîng e em bi yekhelwêst û yek pilan kar bikin û hevpeymaniyeke Kurdistanî hebe û em yek bin li ser pirsên li Bexdayê. Serokê Herêma Kurdistanê jî roleke girîng dît di vê yekrêzî û yekgotariya di navbera partiyên siyasî yên Kurdistanê de.”

Frakisyona YNKê

Ciwan Îhsan Seroka Frakisyona YNKê dibêje: “Di vê qonaxa niha de ku rewşeke hestiyar li Iraq û navçeyê heye, yekdengî û yekrêziya Kurdan li Bexdayê pir girîng e û nexasim li Bexdayê pêwîst e Kurd berdewam bin li ser yekdengiya xwe, ji ber ku bûyer û pêşhatên Iraqê cuda ne ji rewşa Herêma Kurdistanê. Piraniya partiyên Kurdistanê rijd in ku di vê qonaxê de em yekrêzî û yekdengiya xwe biparêzin.”

Frakisyona Komela Îslamî ya Kurdistanê

Serokê Frakisyona Komal Selîm Şuşkeyê li ser mijara şanda Bexdayê diyar dike: “Şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û serdana Mihemed Elawî kirin. Kurd heya niha wek yek tîm beşdar in di gotûbêjên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de, ev yek jî hêzeke mezin dide Kurdan û dê destkeftên baştir bidest me werin bi vê yekîtiyê û herwiha em wisa hêsantir dikarin daxwaza mafên Herêma Kurdistanê bikin û wan mafan bidestve bînin. Me bi vê yekhelwêstiya xwe pêngaveke girîng avêtiye û ev yek nameyeke bihêz e bo hindur û dervey Iraqê. Li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî em ligel serokwezîrê ku hatiye erikdarkirin bi avakirina hikûmeta nû ya Iraqê Elawî civiyan û me behsa wan mijaran kir ên ku girêdayî Herêma Kurdistanê ne.”

Frakisyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê

Serokê Frakisyona Yekgirtû Cemal Koçer jî ji malpera KDP.info re gotiye: “Li Kurdistanê em bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyan û me biryar da ku em yekhelwêst û yekgotar û yekrêz bin û niha dema em serdana berpirsên Iraqê dikin em bi yek gotin diaxivin. Pir girîng e ku em yek in û em bi yekîtî gotina xwe didin Bexdayê.”

Frakisyona Tevgera Goran

Behar Mehmûd Fetah Parlemantera Goran di parlemantoya Iraqê de destnîşan dike: “Berê jî û niha jî yekrêzî û yekhelwêstiya Kurdan li Bexdayê pir girîng e ji Kurdistanê re û partiyên Kurdistanî dema ku dûrî hev dikevin ziyanê dibînin. Piştî civîna me bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, Nêçîrvan Barzanî em piştrast kirin ku ev civîn dê destpêkek be ji bo yekdengî û yekhelwêstiya partiyên Kurdistanê û dê ev yek pêngava yekem be ji bo bidestveanîna mafên destûrî û pirsên niştimanî û netewî li Bexdayê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin