PeyamaKurd – Azerbeycan li ser balafira Îranê ku di ser sînorê Azerbeycan û Îranê de bê navber difiriya, nota da Îranê. Wezareta karên derve û bergiriyê yên Azerbeycanê bi hevkarî daxwuyanî dan û gotin ku balafira leşkerî ya Îranê ji 09.44an heya 10.26an li ser sînorê Azerbeycan-Îranê firiyaye û di navbera wexta navborî de li ser sînorê bajarên Zengilan û Bilesuwarê bûye.
Balafira leşkerî bi 3-5 km dûrî ser sînor bûye û carna tam li ser sînor firiyaye. Azerbeycan di nota xwe de ragihand ku tevgera Îranê têkiliyên navbera her dû welatan xerab dike.
Balafir nêzî erdê ku Azerbeycan ji Ermenistanê sitendiye ji nîv sietê zêdetir firiyaye û Azerbeycan dibêje tevger teverekî dijminane ye û weha dewam dike:
“Ez ji ber bûyera Îranê ya provakatîf Îranê şermezar dikin. Em Îranê dawet dikin da agahiyan di mijarê de bide û xwe ji tevgerên weha dûr bide. Me bangî balyozê Îranê yê li Azerbeycanê kiriye ji bo wezareta karên derve û li ser mijarê nota protestoyê dayê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin