PeyamaKurd – Li Çoman a Başûrê Kurdistanê mayînekî bi şivanekî Kurd ve teqiya û şivan di encamê de jiyana xwe ji dest da. Rêvebirê giştî yê karên mayînan li Hewlêrê Elî Abdurahman Resûl ji bo Basnewsê ragihandiye ku roja şemiyê, danê êvarê mayînekî li gundê Goroniyê yê bi ser navça Çomanê de ye, bi şivanekî de teqiyaye û şivan jiyana xwe ji dest daye.
Şivan di wexta ku ajalên xwe diçêrand mayîn teqiyaye û şivan miriye. Navê şivan nehat ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin