Li Îsraîlê Kabîneya Ser hate avakirin

Li Îsraîlê Kabîneya Ser hate avakirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bi Serokê Partiya Yekîtiya Netewî Benny Gantz re, li ser hikûmeta rewşa lezgîn’ li hev kir.

Li gorî biryara hatiye dayîn, hikûmeta şer a Îsraîlê piştî vê lihevkirinê hate avakirin û wê Wezîrê Berevaniyê yê berê Gallant û Sererkanê berê yê Îsraîlê Gantz di kabîneyê de wekî çavdêr cî bigirin.

Hate ragihandin ku hikûmeta şer piştî hevdîtina Netanyahû ya îro 11ê Cotmehê li bargeha IDF artêşa Îsraîlê hatiya damezrandin.

The Jerusalem Postê jî belav kiriye ku parêzerên herdu partiyên Lîkud û Partiya Yekîtiya Netewî hurgiliyên kabîneyê temam kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin