Hamas bo Silêmanî: Filîstînê serkirdeyekî xwe winda kir

Hamas bo Silêmanî: Filîstînê serkirdeyekî xwe winda kir

PeyamaKurd – Rêxistina Hamas a Filistinê li ser kuştina Qasim Silêmanî daxuyaniyeke serxweşiyê belav kir.

Hamasê di daxuyaniya xwe de Fermandarê Hêza Quds a Îranî Qasim Silêmanî wekî şehîd û serkirdeyekî bi bandor pênase kir.

Hamasê Îsraîl û Amerîka bi xwînrijandinê tawanbar kir û ji bo Qasim Silêmanî jî da xuyakirin ku wî di gelek waran de piştgiriya doza Filîstînê kiriye û tevî ku serkirdeyekî berçav ê Komara Islamî ya Îranê bû, serkerdiyekî Filîstînê jî bû ku wan ji dest daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin