PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê aşît bi ser komek leşkerên Tirkiyê de hat.
Hat zanîn ku leşkerekî di bin aşîtê de maye miriye û yek jî hîn nehatiye rizgarkirin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye, li navçeya Şemzînanê berfê rêya baregeheke leşkerî girtiye û dema vekirina rê aşît hatiye xwar.
Hat diyarkirin ku 2 leşker di bin aşîtê de mane, leşkerekî ku ji bin aşîtê hatiye derxistin ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hatiye veguhestin, lê ligel hemû midaxaleyan ji miriye.
Herwiha leşkerî din jî di bin aşîtê de ye ku xebatên bo rizgarkirina wî berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin