PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî rêkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi artêşa Sûriyê re ku ji bo parastina sînoran li dijî êrîşên Tirkiyê hatibû kirin, pengaveke nû hat avêtin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê, li nêzîkî bajarokê Eyn Îsa di navbera HSD û hêzên rejîmê de, xaleke kontrolê ya hevbeş hat danîn.
Ev pengav wekî yekem berhema rêkeftina piştî êrîşên Tirkiyê yên 9ê Cotmehê dest pê kiribûn tê nirxandin.
Beriya niha jî HSD û hêzên rejîmê li dijî komên çekdarên girêdayî Tirkiyê li çend deverên Rojavayê Kurdistanê şer kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin