PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser malbata Kurd ya ku li Bexdayê hatin qetilkirin peyamekî belav kir. Barzanî li ser kuştina 3 endamên malbatê sersaxiyê ji mirovên malbatê re xwest û hem bi sedema ku asayîşa Hewlêrê kujerê malbatê di wextekî kurt de desteser kiriye, sipasiya asayîşa Hewlêrê kir.
Peyama serokwezîr Mesrûr Barzanî ket pey desteserkirina kujerê malbatê yê bi navê Mehdi Huseyin Nasıir Meter. Barzanî ragihand ku malbat bi awayekî wahşiyane katine qetilkirin û kuştinê şermezar kir.
Bi sedema ku demekî kurt de hêzên asayîşa Hewlêrê, tîmên antîterorê kujerê malbatê desteser kiriye, Barzanî got ku ew bi hêzên asayîşê serbilinde.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin