PeyamaKurd - Hêzên newlekariyê mudaxeleyî xwepêşanderên li dijî hikûmeta Iraqê yên li Besra û Zikarê kirin û di encamê de 6 kes mirin û 158 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyanîya Komîseriya Bala a Mafê Mirovan a Iraqê hêzên ewlekariyê mudaxeleyî xwepêşanderên li dijî hikûmeta yên li Besrayê kir û di encamê de 3 kes mirin û 87 kes jî birîndar bûn.
Herweha di encama mudaxeleya Polîsan de li bajarê Nasiriyê yê Zikarê jî 3 xwepêşanderan can û 71 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan 11 xwepêşander hatin desteserkirin û daxuyanî hatin belavkirin ku tavilê dawî li xwepêşandanan were.
Hêjayî gotinê ye ku li parêzgehên Iraqê ji 1ê Cotmehê û vir ve xwepêşandan berdewam dikin û heya niha zêdetir ji 320 kes hatine kuştin û zêdetir ji 15 hezar kes jî birîndar bûne. Xelk daxwaza nehiştina gendeliyê, peydakirina derfetên kar û dabînkirina xizmetgûzariyan dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin