PeyamaKurd – Rêberê Rûhanî yê Êzidiyên Kurdistanê Baba Şêx ev demek e nexweş e li nexweşxaneyeke Duhokê tê dermankirin. Ji ber xirabûna rewşa tenduristiya wî kurê Baba Şêx,Semîr Baba Şêx ragihandiye ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çavdêriya tedawiya bavê wî bike û ew anîne nexweşxaneyeke Hewlêrê.
Semîr Baba Şêx daye xuyakirin ku bavê wî Baba Şêx ji ber êş û nexweşiya gurçikên xwe dinaliya wan ew rakiriye nexweşxaneya Duhokê û piştre jî ji Duhokê bo nexweşxaneyeke Hewlêrê hatiye veguhestin.
Hat zanîn ku bi nûnertiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ji nêzîk ve tedawiya Baba Şêx dişopîne û hikûmeta Kurdistanê ji kurê wî re gotiye, pêwîst bike ew dikarin Baba Şêx bişînin welatên derve û li wir jî wî tedawî bikin.
Herwiha Semîr Baba Şêx aşkere jî kir rewşa Baba Şêx roj bi roj ber bi başiyê ve diçe.
Rêveberê Karûbarên Kurdên Êzidî li Duhokê Ceifer Simo jî ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku ji 29ê Îlonê ve Baba Şêx di bin çareseriya bijîşkî de ye, lê ti pêwendiya nexweşiya wî bi koronayê ve nîne.
Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Baba Şêx 87 salî ye û nexweşiya gurcikê pê re heye ku bandor li ser dilê wî jî kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin