WFP: Wê %60ê xelkê Yemenê rûbirûyî tunebûna xurekan bibin

WFP: Wê %60ê xelkê Yemenê rûbirûyî tunebûna xurekan bibin

PeyamaKurd - Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) ya bi ser Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bal kişand ser şer û aloziyên li Yemenê hişyariya tunebûna xurekan û birçîbûnê da.

WFPê bal kişand ser ewlehiya dabînkirina xurekan bo xelkê Yemenê diyar kir ku ew texmîn dikin 19 milyon kes azaran bikişînin yan jî ji sedî 60ê welatiyan azarên tunebûna ewlehiya xwarinê îsal bikişînin ku ji wan jî 161 hezar niha di rewşa birçîbûnê de dijîn.

Li gorî amarên nû yên li ser rewşa mirovî, sedemên wê yekê gelek in; bandora şer, kêmbûna nirxê pereyê Yemenê, rêjeyên zêde yên bêkariyê û nebûna rêxistinekê yan jî tunebûna mûçeyên gelek karmendên xizmetguzariyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin