Rojnamevan Barzan Ferman revandin

Rojnamevan Barzan Ferman revandin

PeyamaKurd – Li gor ragihandina Rûdawê; mirovekî nêzî rojnamevan Barzan Ferman bo Rûdaeê gotiye ku li Binxetê li bajarê Qamîşlo siet di 12:15 an de 3 kesên bi maske û bi sîlih rojnamevan Barzan Ferman girtine desteserkirine, li mîbîbusê siwar kirine û bê tiştekî bêjin wî birine dereka nediyar. Mirovê Ferman weha gotiye:

“Em bi ciyên pêwendîdar yên ewlehiyê re ketin nav têkiliyan lê ti kes bersiva me neda. Em dixwazim dahatûya wî bizanibin.”

Gelek caran li Binxetê li deverên di bin kontrola Rêvebiriya Xweser de bûyerên weha çêdibin û xwediyên binçavkiriyan nayên agahdarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin