PeyamaKurd – Zanîngeha McGill a li bajarê Montreal ê welatê Kanadayê wê meha Hezîrana 2020an dest bi perwerdeya çandinî û bikaranîna esrarê bike.
Hikûmeta federalî ya Kanadayê di çarçoveya qanûnan de, çandinî û bikaranîna esrarê serbest berdabû ku ew yasa 17ê Cotmeha 2018an ketibû meriyetê.
Cara yekem zanîngehek perwerdeya çandinî û bikaranîna esrarê dide ku wek3i madeyeke hişbir tê zanîn.
Zanîngeha McGill meha Hezîranê dest bi perwerdê dike û kesên di wê beşê de perwerdeyê bistînin wê dîplomeya pisporiya çandinî û bikaranîna esrarê bistînin.
Li gorî rojnameya Montreal Gazette wê navê beşê jî ‘Dîplomeya Bernameya Bazirganiya Esrarê’ be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin