PeyamaKurd – Bi sedema ku di dil de îltîhabê çêdike û dibe sedema talûka dilî, dewleta Îzlandayê aşiya şîrketa Amerîkayê ya bi navê Moderna da rawestandin. Ragihandina mijarê ji aliyê Bloomberg ê de hat kirin.
Rêvebiriya Tenduristiyê ya Îzlandayê mijarê weha ragihand:
“Ji ber amadekirina aşiya Pfizer têr dike, serokepîdomiyolog biryarê da ku li Îzlandayê aşiya Moderna nê bikaranîn.”
Berya biryara Îzlandayê dewleta Îsweçê, Norweç û Fînlandiyayê biryarê dabûn ku aşiya Modernayê ji bo kesên temenên wan di bin 30 saliyê de ne, bikarneynin.
Li aliyê dinê Danîmarka û Norweç qedexe kir ku aşiya Modernayê ji bo kesên di bin 18 saliyê de bikarbînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin