Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li Konsûlê nû yê Amerîkayê kir

Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li Konsûlê nû yê Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 22yê Tîrmehê pêşewazî li Konsûlê Giştî yê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Rob Woler, kir.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civînê de rewşa Iraq û deverê û pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hatine gotûbêjkirin.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li destbikarbûna konsulê giştî yê nû yê Amerîkayê kir û di erkên xwe de ji bo zêdetir pêşxistina peywendîyên di navebra Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, hêvîya serkeftinê jê re xwest.

Serokwezîr Barzanî herwiha pîrozbahî li Steven Fagin Konsûlê berê yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir û bi bone ya erkê nû yê nû di balyozxaneya Amerîkayê de li Bexdayê û hêvîya serkeftinê jê re xwest.

Konsûlê Giştî yê Amerîkayê bal kişand ser giringîya bihêzbûna peywendîyên Amerîkayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û amadehiya welatê xwe nîşan da ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê di geşepêdana aborî de, bi taybet jî di warê wize û çandiniyê de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin