“Eger di cejnê de tedbîran nestînin, wê cejn li me bibe jehr”

“Eger di cejnê de tedbîran nestînin, wê cejn li me bibe jehr”

PeyamaKurd- Parêzgerê bajarê Batmanê Hulusi Şahin bi sedema cejna Remezanê got eger ew tedbîran nestînin, wê cejna Remezanê bo Batmaniyan bibe jehr. Şahin weha got:

“Kovid-19 hêj li Batmanê pîk nekiriye. Dereng maye. Her diçe nexweşîn zêde dibe. Eger em tedbîrên ciddî nestînin wê cejna Remezanê li me bibe jehr. Em ê bo qedexeya derketina derve bo Batmanê pêşniyarî hukumetê bikin.”

Şahin got ku rehawetekî ketiye nav milletê. Di nav milletê de wisa xuyaye ku texmîna derbûsbûna nexweşînê dikin û psîkolojiya milletê dikare bike ku em biryarên redîkal bistînin. Ji tedbîrên berlêgirtina Kovid-19 ê hinek ji wan wehanin:

-Li hinek kolanên Batmanê êvarê qelebalix çêdibe û xelk tedbîran nagire ber çav. Em wan kolanan bo trafîkê ji 20.00 ê êvarê heya 03.00 yê sibê qedexe dikin. Ew kolan ya Gulîstan û Bûlwara Turgut Özal e. Bûlwara Cizîrê jî di nava wan de ye.

-Biryareka dinê tetbîqata plakayên erebaye ku wê bi dorê derên trafîkê. Sîstema kit û cot wê bê danîn.

- 5 tîmên kontrolê hatine danîn û wê teamê marketan bên kontrolkirin. Maske û lepik dê bên kontrolkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin