PeyamaKurd - Hevserok Giştî ya HDPê Pervîn Buldan li Çinarê di hevdîtina bi gel re axivî û got: “Li Amed, Wan û gellek bajaran bi milyonan kes tev li pîrozbahiya Newrozê bû. Daxwazên gelê me yên doh pirr girîng bûn. Gel carek din nîşanî Enqereyê da ku neqediyane.”
‘WÊ DU ÇINAR BI HEV RE BI SER BIKEVIN’
Buldan da zanîn ku wan li Çinarê îtîfaqek girîng pêk anîne û got: “Em ji vê îtîfaqê gellek bextewarin. Digotin kurd nikarin werin cem hev û îtîfaqê li dar bixin. Va em li gel hev in. Çinar mînaka vê yekê a xweşik e. Niha du çinar hene, Yek Çinara Amedê û yek jî çinara HDP’ê. Wê ev her du çinar bi hev re bi ser bikevin.”
‘GEL ÇEKÊ NIVÎSANDIYE WÊ DI 31Ê ADARÊ DE BIDINÊ’
Buldan destnîşan kir ku ew nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî partiyên kurd dizanin û domand: “Tayyîp beg doh gotiye em ê di 31ê Adarê de dewranê biguherînin. Rast gotiye. Wê di 31ê Adarê de dewrana te biqede. Ne bi zanebûn be jî carna gotinên rast dibêje. Helbet wê ev dewran biguhere. Gel çeka te nivîsandiye. Wê di 31ê Adarê de vê çekî bide te.”
‘BI MILYONAN ÎNSAN NEDÎTIN’
Buldan bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê yên doh hatin lidarxistin û wiha got: “Di Newroza Amedê nêzî milyonek însan hat gel hev. Li ber geşkirina agirê Newrozê îradeya gelê kurd bilind bû. Ancak medya alîger li ser fermana Tayyîp beg doh cih neda pîrozbahiyên Newrozê. Wan milyonan nedîtin. Daxwaza milyonan nedîtin. Heke milyonek morî jî bihatina gel wê hêjayî nûçe çêkirinê bûya. Lê milyonek însan tê gel hev hewcehî pê nabînin ku bikin nûçe û ragihînin. Çimkî ew wêrekiya wan ku ragihînin nîne. Çimkî wan digot ‘kurd qediyan, HDP qediya, êdî nikarin bînin gel hev.’ Ancak doh li Amed, Wan, Îzmîr, Êlih, Mêrdîn û gellek navendên din bi milyonan însan hat gel hev. Daxwazên xwe yên aştî û azadiyê carek din anî nziman. Daxwazên gelê me yên doh pirr girîng bûn. Gel carek din nîşanî Enqereyê da ku neqediyane. Daxwazên em tecrîdê naxwazin, azadî, aştî û edaletê derketin pêş.”
‘DIVÊ DERSA HERÎ BAŞ ÇINAR BIDE WAN’
Buldan bertek nîşanî gef û gotinên li dijî partiya wan, wekîl û namzetên wan û wiha got: “Tenê tiştek di destê wan de maye ew jî hedef nîşandina HDPê ye. Wadek nedane Tirkiyeyê, tenê wadê ‘HDP terorîst e’ didin Tirkiyeyê. Tenê tiştek di destê wan de maye partiya me reş dikin. Îro zîhniyetek ku gelên Tirkiyeyê li hember kirine dijmin heye. Bawer bikin heke ji destê wan were dê masiyên Çemê Dîcleyê jî li hember hev bikin dijmin. Lê em ji bo bi biratî li vî welatî bijîn di nava hewldanan de ne. Her tim me milê xwe xistiye bin bar û em ê bixin bin vî barî. Dîroka 31’ê Adarê roja dersdayîna AKPê ye. Em xwedî li sindoqên xwe derkevin. Divê em li Çinarê rêjeyek bilind bistînin. Pêwîste dersa herî baş em li Çinarê bidin wan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin