PeyamaKurd – Îro li Behreynê welatî ji bo diyarkirina nûnerên xwe yên li parlamentoya 40 kursî, çûn ser sindoqan.
Li gor zanyariyan, hilbijartinên vê carê yên Behreynê gelekî cuda ne. Ji ber ku her du partiyên opozîsyonê Wîfaq û Wede ku yek îslamî ye û Şîe ye û yê din jî sekuler e, nehiştine beşdarî hilbijartinan bibin û herwiha hikûmet rê nedaye kesên ser bi opozîsyonê xwe berbijêr bikin.
Herwiha di hilbijartinên vê carê de bi giştî 330 berbijêr hene ku 73 ji wan jin in.
Çavkaniyên xwecihî destnîşan dikin, ji ber beşdarînekirina opozîsyonê, coşa hilbijartinê tuneye û prosesa dengdanê gelek sist e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin