PeyamaKurd - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, wesayîteke bombekirî teqiya û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan, li Efrînê êrîşek bi wesayîteke bombekirî hat encamdan.
Li gor agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 4 kes birîndar bûn.
Agirê piştî teqînê derketiye ji aliyê tîmên parastina sivîl ve hatiye vemirandin û birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Di derbarê teqînê de, tu zanyariyên din nehatine belavkirin.
Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, heta niha li herêma Efrînê gelek caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl jî di encama wan teqînan de dibin qurbanî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin