Papa: Yan ez ê biçim herdu bajaran yan jî naçim!

Papa: Yan ez ê biçim herdu bajaran yan jî naçim!

PeyamaKurd – Rêberê katolîkên cîhanê û serokê Vatîkanê Papa Frnancis ragihand ku ew amade ye serdana paytexta Ukrayna Kîevê bike, lê bi mercê ku serdana Moskowê jî bike.

Li gorî ragihandina medya îtalî, Papa Francis daye xuyakirin, “Ez amade me serdana Kîevê bike û dixwazim biçim. Lê bi mercê ku serdana Moskowê jî bikim. Yan ez ê biçim herdu bajaran yan jî naçim.”

Herwiha Papa, hêvîya xwe ya ji bo wan serdanan aniye ziman û diyar kiriye, plana me ya aştiyê nîne, lê em tenê ji bo aştiyê xizmetê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin