PeyamaKurd – Kirim di navbera Rûsya û Ûkrayna de arîşeya herî mezine û sedemekî şerê navbera wan e. Îro li Kirimê li baregeha leşkerî ya Rûsyayê teqîn çêbû û hem di peyde şewat derket. Rêvebirên Rûsyayê di serî de gotin ku şewat ji ber teqînekî çêbûye lê paşî jî daxwuyanî dan û gotin ku bûyer ‘sabotaj’ e. Hefteya borî jî li baregeha Rûsyayê ya li peravên Kirimê teqîn çêbûn û balafirên şer yên Rûsyayê îmha bûn.
Serokkomarê Ûkraynayê Zelenski ragihanfdibû ku şer li Kirimê destpêkir û divê bi rizgarkirina Kirimê biqede.
Rêvebirê leşkerî yê herêmê Vitaliy Bunyeçko di ser hesabê xwe yê Telegramê de ragihand ku du teqînên li Jitomirê çêbûne hatine teyîdkirin û fuzeyên Rûs ji Belarûsê hatine avêtin.
Dema Rûsya ragihand ku teqînên li Kirimê çêbûne sabotajin, negot bê sabotaj ji aliyê Ûkrayna de an hinek hêzên din de hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin