Îstîxbarata Iraqê: Bexdadî li Sûriyê ye

Îstîxbarata Iraqê: Bexdadî li Sûriyê ye

PeyamaKurd- Ji wezareta karê hundir yê Iraqê Ebû Elî Besrî ragihand ku li gor pêzanîna di destê wan de, serokê DEAŞê Ebûbekir Bexdadî li Sûriyê, nêzî sînorê Iraqê ye.

Besrî, di civîna çapemeniyê de ragihand ku Bexdadî li bajarê Dêrezorê, li navçeya Hicneyê ye. Navçeya Hicney ji sînorê Iraqê 20 km dûre. Besrî ragihand ku van agahiyan çend roj berê ketiye destê wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin