Tirkiyê ji bo girtina 2 siyasetmedarên HDP û DBPê 10 milyon lîre xelat danî

Tirkiyê ji bo girtina 2 siyasetmedarên HDP û DBPê 10 milyon lîre xelat danî

PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji bo desteserkirina parlamentarê berê yê HDPê Nadir Yildirim û Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek bultena sor derxist û 10 milyon lîre jî xelat danî.

Li gorî biryara wezaretê Yildirim û Yuksek ji ‘terorê’ lêgerîna wan tê kirin û kesên ji bo girtina wan bibe alîkar jî wê bi 10 milyon lîreyê tirk were xelatkirin.

Yildirim û Yuksek ku ji doza KCKê dihatin dadgehkirin, piştî biryara desteserkirinê ya Dadgeha Duyem a Cezayê Giran li Diyarbekirê derketibûn derveyî welat.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin