'AKP bi Kurdan re ne dilsoz e, opozîsyon jî xwedî helwesteke xapînok e!'

'AKP bi Kurdan re ne dilsoz e, opozîsyon jî xwedî helwesteke xapînok e!'

PeyamaKurd Tevî ku deshilatdariya Tirkiyê dibêje, astengiyên li ber bikaranîna zimanê Kurdî hatine rakirin jî bi taybet di nav çend rojên dawî de, dîsa qedexe û astengiyên li pêşiya konser, çalakî û bernameyên bi Kurdî têne kirin, li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ketine rojevê û ji aliyê raya giştî ya Kurd ve jî nerazîbûn û bertek ji bo wan kiryaran têne nîşandan.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Nûsredîn Maçîn, li ser mijara qedexeyên rojên dawîn ên li ser bername û çalakiyên Zimanê Kurdî dibêje, “Çawa ku zext li ser siyaseta Kurd zêde dibin, di heman demê de zextên li ser Zimanê Kurdî û çand û hunera Kurdî jî zêde dibin.”

Maçîn da zanîn ku Ak Partî pêkutiya siyasî û çandî bi hev re dimeşîne û helwesta opozîsyonê ya li hember Zimanê Kurdî jî helwesteke xapînok e.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Nûsredîn Maçîn ku di Hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wekî Parlementerê HDPê yê Rihayê hatiye hilbijartin, li ser qedexe, astengî û helwestên dijî çand û zimanê Kurdî û rewşa siyasî ya li Tirkiyê bersiva pirsên PeymaKurd da.

AKP û şirîkê wê MHP li hember Kurdan konsepta şer dane destpêkirin

Gelo sedema betalkirina konsertên Kurdî, şano, bername û meşên ji bo Zimanê Kurdî di van rojên dawî de çi ye?

“Em dizanin ku di despêka avabûna Komara Tirkiyeyê de dewletê hemû saziyên xwe, li ser tunehesibandin û pişaftina Gelê Kurd ava kiriye. Ji ber vê yekê em dizanin ku di demên awarte de çawa ku zext li ser siyaseta Kurd zêde dibin, di heman demê de zextên li ser Zimanê Kurdî û çand û hunera Kurdî jî zêde dibin. Ji 2015an heta îro Ak Partî û Şirîkê wê MHP, li hember Kurdan konsepteke şer dane destpêkirin.

‘CHP naxwaze Kurdî fermî bibe, Partiya Gelecek û Partiya Deva ji CHPê pêşvetir in’

Di rojên dawîn de li ser betalkirina bernameyên bi Zimanê Kurdî û bi taybetî jî di dema betalkirina konserta Hunermenda Kurd Aynûr Dogan de gelek rexne ji opozîsyona Tirkiyeyê hatin kirin û bi Taybetî ji aliyê CHPê ve rexneyên xwedîderketinê hatin kirin. Li ser vê mijara nêrîna we çi ye?

 “Îro, Tirkiye di rewşeke awarte re derbas dibe. CHP jî Partiya Gelecek û Partiya Deva jî di derheqê Zimanê Kurdî û çanda Kurdî de dem bi dem tiştên erênî dibêjin. Lê me hîn jî nedîtiye ku gavên şênber havêtine. Herî zêde jî CHP ji bo qedexekirina konserta hunermenda Kurd Aynûr Dogan, helwesta xwe nîşan da lê dema ku mijar tê ser; ‘Bila Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê’ di vî warî de dibêjin; ‘Ev mijara pedagogan e.’Em dizanin ku dema zimanek bibe zimanê perwerdehiyê, pedagog biryarê nadin, ev biryareke siyasî ye.”

“Di Tirkiyeyê de ji dema Osmaniyan heta avakirina Komarê ya 1927an jî perwerdehî bi Osmanî bûye lê biryar hatiye dayîn ku derbasî tîpên latînî bibin. Tu kes nikare ji Kurdan re bibêje, ‘Bila pedagog Zimanê Kurdî lêkolîn bikin bê ka ev ziman ji perwerdehiyê re guncav e yan na?’ Ev helwest, ne helwesteke rast e, ne durust e. Di warê mafê çand ziman û hunerî de bi rastî jî CHP gelek paşverû ye. Di vî warî de Partiya Gelecek û Partiya Deva ji CHPê pêşvetir in. Ew dibêjin ku mafê zimanê dayîkê heye û wekî şîrê dayîkê li Kurdan helal e. Ji ber ku niha rewşeke awarte heye ji bo ku dilê Kurdan xweş bikin û piştgiriya Kurdan bigirin, helwestên wiha nîşan didin lê divê Kurd hişyar bin. Em wekî Gelê Kurd ji gotinan têr bûne, em gavên şênber dixwazin.”

“Heger Kurdî bibe zimanê fermî bingeha perwerdehiyê heye”

Ji qada siyasî û civakî ya Bakurê Kurdistanê, daxwaza sereke ew e ku Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Di hegera ku ev daxwaz were qebûlkirin de gelo amadekarî hene yan na?

“Sed sal in li ser çand, huner û Zimanê Kurdî, polîtîkaya pişaftinê tê rêvebirin lê di 20 salên dawî de Kurdên bakur, ji aliyê zimên, çand û hunera Kurdî ve bi pêş ketine. Xwedîderketina li Zimanê Kurdî, ne tenê erka partiyên siyasî yan jî Platforma Zimanê Kurdî ye. Lê dîsa li aliyekê Platforma Zimanê Kurdî, li aliyekê Tora Ziman û Çanda Kurdî û sazî û dezgehên pêwendîdar, xebatan dikin. Komeleyên bajarî û taxî jî xebatên xwe dimeşînin. Lewra dema biryar were dayîn ku Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, bingeha perwerdehiyê û amadekarî heta astekê hene. Heger ku budçe were veqetandin, amadekarî ne karekî zehmet in.”

‘Divê gelê Kurd, xwedî li destkeftiya xwe ya herî biçûk jî derkeve

Hûn li ser kampanyayên hilbijartina ‘Dersên Bijarte’ yên Kurdî li dibistanên bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çi dibêjin?

 “Di pêvajoya ku Dersên Bijarte ketin rojevê de partî û rêxistinên Kurdan di nav xwe de gengeşî kiribûn û gotibûn ku ev pergal dixwaze Zimanê Kurdî hêdî hêdî ji nav bibe. Ji ber vê yekê jî Zimanê Kurdî dike dersa bijarte. Lê em îro dizanin ku hemû partî û rêxistinên Kurdan, saziyên ku di warê ziman û wêjeya Kurdî de xebatê dikin, dibêjin ku “Destkeftiya me çiqas biçûk be jî divê em derfetên ku tên dayîn, bi kar bînin.” Desthilatiya Ak Partiyê, dersa bijarte pêşkêş kir lê ne mamoste hene ne jî di dibistanan de ders tê dayîn. Em dibistanên li bakur dişopînin, em dibînin ku desthilatiyê ji bo dayîna dersa bijarte jî mamoste perwerde nekirine. Em dibînin ku di vî warî de jî Ak Partî bi Kurdan re ne dilsoz e.”

‘AKP ji bo mafên Kurdan ên kolektîf ne dilsoz e’

Ak Partî, ji avabûna xwe ve pesnê xwe dide ku di dema desthilatiya wan de, pêşî li Zimanê Kurdî hatiye vekirin. Lê niha di derbarê qedexeyên li ser Zimanê Kurdî de bêdeng e. Hûn vê bêdengmayînê çawa dinirxînin?

 “Partiyên siyasî yên Tirkiyeyê, carinan dixwazin bi zextên leşkerî carinan jî dixwazin li ser xapandinê siyasetê bikin. Ak Partî tu car di derbarê mafên Kurdan ên kolektîf de ne dilsoz e îro jî bêdengiya wê ya li hember Kurdan, ji ber konsepteke şer e. Ji aliyekê ve hilbijartin nêzîk dibin ji aliyekê ve jî bayê nijadperestiya Tirkan li ser desthilatê pêl dibe. Em nizanin ka gelo dê ev pêl berdewam bike yan ji bo ku dilên Kurdan xweş bibin, dê li ser Zimanê Kurdî mafan bide. Ak Partî, bi polîtîkaya xwe dijminatiya Kurdan dike. Dixwaze civakê ji hev cuda bike.”

Ev nivîs 210761 car hatiye xwendin.