PeyamaKurd- Piştî pêlên koçberiyê yên ji ber êrîşên 2018an ên artêşa Tirkiye û komên çekdar li ser Şehba, Heleb û Reqayê, bi hezaran Efrînî neçar man berê xwe bidin herêmên Cizîr û Kobanê.
Tevî ku di 29ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî de peymana "vegera bi ewle" hatibû îmzekirin, heta niha pêngaveke pratîk nehatibû avêtin. Lê belê, di 16ê Sibatê de saziyên koçberan û nûnertiyên sivîl ragihandin ku amadekarî hatine kirin da ku nêzî 400-500 malbat vegerin navçeyên Cindirês, Mabata û Şiyê.
Di hefteya borî de, Meclîsa Koçberên Efrîn û Şehbayê derbarê pêdiviyên vegerê de raporek pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) kiriye, lê NY hîn bersiveke fermî nedaye. Tevî vê bêdengiyê jî, çavkaniyên herêmî diyar dikin ku 400 malbat ji bo vegerê hemû amadekariyên xwe temam kirine. Tê çaverêkirin ku di nava vê hefteyê de rojek bê diyarkirin û ev malbat berê xwe bidin gund û navçeyên xwe yên li Efrînê.