PeyamaKurd - Abdullah Ocalan, rêberê PKKê yê li Girtîgeha Îmraliyê girtî, wê di salvegera "Banga Aştî û Civakeke Demokratîk" a ku di 27ê Sibata 2025an de kir de, peyameke nû ya derbarê pêvajoyê de bi çapemenî û raya giştî re parve bike.
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM), ku di 27ê Sibata 2025an de bi Ocalan re civiya, piştî hevdîtinê peyama Ocalan di daxuyaniyekê de xwend.
Ocalan bang li PKKê kir ku kongreyekê li dar bixe û xwe hilweşîne.
Di salvegera yekem a "Banga Aştî û Civakeke Demokratîk" a ku di 27ê Sibata 2025an de kir de, Abdullah Ocalan wê nirxandinên xwe yên li ser qonaxa çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêşeroja pêvajoyê, û her weha peyama nû ya Ocalan a derbarê pêvajoyê de, di çalakiyekê de bi çapemenî û raya giştî re parve bike.
Çalakiya ku îro saet 11:00an li Enqerê pêk tê, wê ji aliyê Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan û endamên Heyeta Îmraliyê ve were birêvebirin.