Agirbest 15 rojan dirêj bû, ji HSDê daxuyanî

Dîroka Weşanê :
Agirbest 15 rojan dirêj bû, ji HSDê daxuyanî

PeyamaKurd- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser 15 rojan dirêjkirina agirbestê daxuyanî da û ragihand ku di encama diyaloga bi hikûmeta Şamê re û navbeynkariya navneteweyî agirbesta heyî 15 rojan hatiye dirêjkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDê eşkere kir, biryara dirêjkirina agirbestê di çarçoveya hewldanên kêmkirina aloziya li herêmê de hatiye dayîn û hat gotin ku ev pêvajo hevdem li gel hevdîtinên ku bi hikûmeta Şamê re didomin, tê meşandin.

HSDê peyama pabendbûna bi şertên rêkeftinê da û got: "Bi navbeynkariya navneteweyî li ser dirêjkirina agirbestê ya ji 15 rojan lihevkirin çêbûye. Wekî HSD, em pêbendbûna xwe ya bi vê rêkeftinê re piştrast dikin da ku alozî kêm bibe, ewlehiya sivîlan were dabînkirin û şert û mercên pêwîst ji bo aramiya mayînde li herêmê werin pêkanîn."

Wezareta Berevaniyê ya Şamê jî ragihandibû ku agirbesteke 15 rojî pêk hatiye û ev biryar di çarçoveya veguhastina girtiyên DAIŞê de hatiye dayîn.