PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pîrozbahî li Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî kir, ku ji bo posta Serokwezîriya Iraqê hatiye namzedkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê bi rêya telefonê pîrozbahî li Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî kir, ku ji bo posta Serokwezîriya Iraqê hatiye destnîşankirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nûrî Malikî kir û daxwaza serkeftinê ji wî re xwest, ji bo destpêkirina qonaxeke nû ji bo xizmetkirina hemû welatiyên Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê û rêzgirtina li qewareya federal a Herêma Kurdistanê.
Hêjayî gotinê ye, Çarçoveya Hemahengiyê, ku mezintirîn fraksiyona Parlemantoya Iraqê ye, roja Şemiyê bi piraniya dengan Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî wekî namzedê fermî ji bo posta Serokwezîriya Iraqê destnîşan kir.