Agirbesta Şam û HSDê heta mehekê hat dirêjkirin: Veguhestina girtiyên DAIŞê di rojevê de ye

Dîroka Weşanê :
Agirbesta Şam û HSDê heta mehekê hat dirêjkirin: Veguhestina girtiyên DAIŞê di rojevê de ye

PeyamaKurd – Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser dirêjkirina agirbestê li hev kirin.

Li gorî agahiyên ku ajansa AFPyê ji sê çavkaniyên cuda wergirtine, agirbesta ku biryar bû îro biqede, ji bo mehekê hat dirêjkirin da ku derfet ji bo danûstandinên siyasî yên li ser paşeroja herêmê were çêkirin.

Yek ji sedemên sereke yên vê biryarê, misogerkirina veguhestina ewle ya girtiyên DAIŞê bo Iraqê ye. Rayedarekî hikûmeta Sûriyeyê destnîşan kir ku hevrêziya bi Amerîkayê (CENTCOM) re ji bo şandina 7,000 girtiyan pêvajoyeke hesas e û agirbest ji bo serkeftina vê operasyonê mecbûrî ye.

Her wiha, danûstandinên li ser entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser ên li parêzgeha Hesekê di nava sîstema dewletê de berdewam dikin û armanc gihîştina çareseriyeke siyasî ya mayînde ye.