Wall Street Journal: Ehmed Şera blofa Amerîkayê pûç kir û li dijî HSDyê serkeftinek bi dest xist

Dîroka Weşanê :
Wall Street Journal: Ehmed Şera blofa Amerîkayê pûç kir û li dijî HSDyê serkeftinek bi dest xist

PeyamaKurd – Rojnameya navdar a Amerîkî Wall Street Journalê di analîzeke berfireh de ragihand ku Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera bi "qumarbaziyeke leşkerî" blofa Washingtonê pûç kiriye.

Li gorî rojnameyê, Şera tevî gefên Amerîkayê yên ji bo sepandina siza û mueyîdeyan, ferman da artêşa xwe daku herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bigire û di vê manevrayê de serkeftî bû.

Analîz destnîşan dike ku hilweşîna HSDyê li herêmên Erebnişîn ên wekî Reqa û Dêra Zorê leztir bûye, ji ber ku gelek eşîr û şervanên Ereb ên di nav HSDyê de niha berê xwe dane Şamê.

WSJ balê dikişîne ser wê yekê ku peymana 10ê Adarê ya ji bo entegrekirina 50,000 şervanên HSDyê nehat bicîhanîn û Şera bi hêza leşkerî ev pirsgirêk "çareser kir".

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku rêveberiya Donald Trump niha rola HSDyê ya di şerê dijî DAIŞê de wekî "qediyayî" dibîne û amadekariyên vekişîna leşkerên Amerîkî ji Sûriyeyê dike da ku ewlehiya leşkerên xwe nexîne metirsiyê.