Babekir Zêbarî: Divê çekdarên DAIŞê yên ku ji Rojava hatine werin îdamkirin

Dîroka Weşanê :
Babekir Zêbarî: Divê çekdarên DAIŞê yên ku ji Rojava hatine werin îdamkirin

PeyamaKurd – Serfermandarê berê yê Iraqê, Babekir Zêbarî, daxwaz kir ku cezayê herî giran li ser wan çekdarên DAIŞê were sepandin ku vê dawiyê ji zindanên Rojavayê Kurdistanê radestî Iraqê hatine kirin.

Zêbarî di hevpeyvînekê de ji bo Kurdistan24 ragihand ku destên van kesan bi xwîna bêgunehan hatiye boyaxkirin û ji ber wê divê werin darizandin û cezayê  bidarvekirinê li wan were birîn.

Zêbarî destnîşan kir ku Iraq êdî ne wekî sala 2014an e û gelê Iraqê piştî wan ezmûnên biêş, bi tu awayî hebûna DAIŞê careke din qebûl nake.

Wî her wiha tekez kir ku Iraq xwedî kapasîteyeke mezin a zindanan e û dikare van girtiyan biparêze. Di çarçoveya xwepêşandanên piştgiriyê yên li Ewropa û Amerîkayê de, Zêbarî bal kişand ser yekîtiya Kurdan û got

Ev çalakî derfeteke mezin in da ku Kurd hêz û yekîtiya xwe nîşanî cîhanê bidin."