PeyamaKurd – Li bajarê Ezirganê li navça Kemaliye aşîtê berfê ket ser Rêya Kevir. Rêya Kevir rêyekî taybete û çûna tê de jî gelek zahmet e. Piştî ketina aşîtê berfê, rayredar tîmên 112an, cendirme û tîmên rêvebiriya taybet şandin ciyê bûyerê.
Qeymeqamiya Kemaliye ragihand ku li herêmê tedbîrên ewlehiyê sitendine û weha got:
“Heya ewlehiya rê baş çêbikin, bila hemwelatî wê rêyê bikar neynin û li benda daxwuyaniya fermî bin. Ji bo parastina can û malê xelkê, xebat dewam dikin û dema di rewşê de guherînekî bibe, em ê raya giştî jê agahdar bikin.”
Bi sedema rê gelek sexte û rê ji kevir çêkirine an ku di kevir de (zinar) rê vekirine jê re dibêjin Rêya Kevir. Berê ev rê tenê bo peyayan bû lê paşî fireh kirin û niha erebe dikarin tê de herin.
Rêya navborî navça Kemaliye û Divriği bi hev re girêdide.