Şamê îdiayên dirêjkirina agirbestê red kirin: Rewşa li Rojava ber bi nezelalîyê ve diçe

Dîroka Weşanê :
Şamê îdiayên dirêjkirina agirbestê red kirin: Rewşa li Rojava ber bi nezelalîyê ve diçe

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Sûriyeyê bi daxuyaniyeke fermî nûçeyên derbarê dirêjkirina agirbesta çar rojî ya bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re red kirin.

Çavkaniyekî ji wezaretê ji televîzyona dewletê el-Ikhbariye re ragihand ku îdiayên li ser dirêjkirina agirbestê "bêbingeh" in û helwesta hikûmetê ya li hemberî HSDyê wekî berê tund e.

Ev daxuyaniya Şamê di demekê de tê ku ajansên navneteweyî yên wekî AFP û medya Kurdî (Rudaw) li ser bingeha çavkaniyên dîplomatîk ragihandibûn ku alî li ser dirêjkirina agirbestê heta mehekê li hev kirine.

Agirbesta çar rojî ya ku di 20ê Rêbendanê de dest pê kiribû, biryar bû îro (roja Şemiyê) biqede. Daxuyaniya wezaretê nîşan dide ku nakokiyên di navbera aliyan de hîn kûr in û nexşerêya danûstandinan bi rîskên mezin re rûbirû ye.