PeyamaKurd – Hûrgiliyên li pişt ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê derketin holê. Hat eşkerekirin ku rêveberiya Amerîkayê ji ber êrîşên dronan ên li ser bîrên petrolê, bi zimanekî tund hişyarî daye hikûmeta Iraqê û gefa “cezayan” li berpirsên petrolê yên Bexdayê xwariye.
Sedema sereke ya vê helwesta tund, êrîşên li ser zeviya Sersingê ya li Dihokê ne. Li vê derê şirketa Amerîkî HKN Energyê kar dike. Xwediyê şirketê Ross Perot Jr. e, ku malbata wî di kampanyayên hilbijartinê de zêdetirî 3 milyon dolar bexşî Partiya Komarparêz kiriye. Rayedarekî Amerîkî diyar kir ku Trump dixwaze “vegera veberhênanên xwe yên li Iraqê” bibîne.
Di vekirina konsulxaneya nû ya li Hewlêrê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkî Michael Regas peyamên zelal dan. Regas, Herêma Kurdistanê wekî “deriyekî zindî” bo bazirganiyê bi nav kir û got:
“Serok Trump bazirganî danî pêş şer û pevçûnan. Em spasdar in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê parêzvanekî bihêz ê berjewendiyên aborî yên Amerîkî ye.”
Li aliyê din, derbarê êrîşa li ser qada gaza Kor Morê de, hikûmeta Iraqê ragihand ku nasnameya êrîşkaran hatiye tesbîtkirin, lê ev agahî bi raya giştî re par ve nekirin.