PeyamaKurd- Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê, bang li Kurdên Êzidî yên ku ji Kampa Holê rizgar bûne kir ku pêwendiyê bi wan re bikin.
Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê li ser Kurdên Êzidî yên ku ji Kampa Holê rizgar bûne daxuyanî da.
Nivîsgehê got, "Piştî reva hinek ji niştecihên Kampa Holê, niha ew azad in û dikarin ji bo alîkariyê pêwendiyê bi me re deynin; xizmên wan li benda wan in û kes nikare zirarê bide we."
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê yê ku ser bi Ofîsa Taybet a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Husên Qaîdî got: "Ji ber bûyerên Sûriyeyê beşek ji niştecihên Kampa Holê reviyane û di nav wan de Kurdên Êzidî jî hene. Em daxwaz dikin ku bê tirs pêwendiyê bi me re deynin da ku em wan rizgar bikin."
Hejmarên pêwendiyê
Her Kurdekî Êzidî ku li derveyî Kampa Holê ye û karibe xwe rizgar bike, dikare pêwendiyê bi van hejmaran re deyne da ku bi hawara wî ve biçin: (009647504676173 – 009647504458024 – 009647502212982).
Husên Qaîdî diyar kir, "Her Êzidiyê ku pêwendiyê deyne, li hemû bajarên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nûnerên me hene û ew dê bi lez bi hawara wan ve biçin û vegerînin nav xizmên wan."
Li gorî amara Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê, heta niha çarenivîsa nêzîkî 2 hezar û 500 Kurdên Êzidî nediyar e ku di êrîşa çekdarên DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an de hatibûn revandin.