PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd û Şaredarê berê yê Diyarbekirê Osman Baydemîr, li 6emîn Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS2025) a li Dihokê axivî. Baydemîr di axaftina xwe ya bi coş de pêşniyar kir ku Hewlêr rola navendeke navneteweyî ya aştiyê bigire ser xwe û bibe pira diyalogê di navbera Qamişlo û Enqerê de.
Baydemîr di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya neteweyî û dîroka têkoşîna Kurdan. Wî silav li beşdaran kir, bi taybetî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê HSDyê Mazlûm Ebdî kir.
Baydemîr destnîşan kir ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe peymanên kolonyalîst pûç kirine û got:
"Ji Qazî Mihemed heta Mela Mistefa Barzanî, ji Şêx Seîd heta Seyît Riza û berxwedana Kobanî; vî gelî ew kefenê ku Sykes-Picot jê re dirûtibû, çirand û avêt. Em êşa xwe dizanin, lê em dermanê xwe jî dizanin; ew jî tifaq e."
Baydemîr ê ku pênc sal in li Ewropayê dijî û modelên çareseriyê yên cîhanê lêkolîn dike, bal kişand ku çareserî ne li dûr, lê li nêz e. Wî modela Hewlêrê wekî mînaka herî guncaw a ji bo aştî û aramiyê nîşan da:
"Gelo Hewlêr dûr e? Na. Modela herî nêzîk a ji bo aştiyê modela Hewlêrê ye. Ji bo danûstandinan cihek lazim e. Gelo Cenevre nêzîktir e an Hewlêr? Xwişk û birano, Hewlêr ji Cenevreyê nêzîktir e."
Di berdewamiya axaftina xwe de Baydemîr roleke stratejîk ji bo paytexta Herêma Kurdistanê xêz kir. Wî hêvî kir ku Hewlêr bibe zemîna çareserkirina pirsgirêkan, ne bitenê ji bo Kurdan, lê ji bo tevahiya herêmê:
"Hêviya min ew e ku Hewlêr bibe Cenevreya Rojhilata Navîn. Ez bawer im ku ev ezmûna 20 salan dikare di navbera Qamişlo û Enqerê de aştiyeke mayînde ava bike."
Baydemîr her wiha bang li partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku rojek berî rojekê hikûmetê ava bikin û ruhê yekîtiya ku li Kobanî di navbera Pêşmerge û şervanan de derketibû holê, veguherînin qada dîplomasiyê.