Berhem Salihê ku wek Komîserê Bilind ê UNHCRê dest bi kar kir, peyama xwe ya yekem bi Kurdî belav kir

Dîroka Weşanê :
Berhem Salihê ku wek Komîserê Bilind ê UNHCRê dest bi kar kir, peyama xwe ya yekem bi Kurdî belav kir

PeyamaKurd – Serokkomarê berê yê Iraqê Dr. Berhem Salih, piştî ku bi fermî wekî Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hat erkdarkirin, yekem peyama xwe bi Kurdî weşand. Salih di peyama xwe de bal kişand ser ezmûna xwe ya penaberiyê û got:

Divê penaberbûn rewşeke demkî be, ne çarenûs."

Dr. Berhem Salih di peyama xwe de ku li ser hesabê UNAMIyê hat parvekirin, diyar kir ku ew êş û zehmetiyên penaberiyê ji nêz ve dizane. Salih got:

Ez pir baş dizanim ka parastin û alîkarî çawa dikarin jiyana mirovekî bi awayekî radîkal biguherînin. Ez ê vê ezmûna xwe ya şexsî bikim bingeha serokatiya xwe ya li UNHCRê."

Tayînkirina Berhem Salih di dîroka Neteweyên Yekbûyî de wekî gaveke girîng tê dîtin. Nêzîkî 50 sal bûn ku UNHCR her tim ji aliyê dîplomatên Ewropî ve dihat birêvebirin. Cara yekem e ku kesayetiyek ji Rojhilata Navîn û ji Kurdistanê ye, dibe serokê vê saziyê.

Salih di demekê de dest bi wezîfeyê dike ku li cîhanê hejmara mirovên bêwar ji 120 milyonî derbas bûye. Komîserê nû diyar kir ku ew ê di rêveberiya xwe de giranî bide ser reform, şefafiyet û karîgeriyê da ku sazî li gorî pêdiviyên sedsala 21ê bixebite.

Berhem Salih kî ye?

Berhem Salihê 65 salî, di salên 1980î de ji ber zilmê rejîma Baasê reviyabû Brîtanyayê û li wir wekî penaber jiyabû. Salih piştî rûxandina rejîmê vegeriya Iraqê û di navbera salên 2018-2022yan de Serokkomariya Iraqê kir. Niha jî wekî serokê saziya herî mezin a penaberan a cîhanê (UNHCR) hat hilbijartin.