Dezgeha Barzanî: Hewldanên me ji bo gihandina alîkariyan bo Kobanî ber bi temambûnê ve diçin

Dîroka Weşanê :
Dezgeha Barzanî: Hewldanên me ji bo gihandina alîkariyan bo Kobanî ber bi temambûnê ve diçin

PeyamaKurd – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed ragihand ku amadekariyên wan ên ji bo şandina karwanên alîkariyê bo bajarê Kobanî yê dorpêçkirî gihîştine qonaxa dawî.

Mûsa Ehmed destnîşan kir ku ew di asta herî bilind de di nava peywendiyan de ne da ku korîdoreke mirovî vekin û alîkariyên lezgîn bigihînin bajêr.

Kobanî ev 10 roj in ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin û rûbirûyî karesateke mirovî ye. Mûsa Ehmed diyar kir ku armanca wan a sereke rizgarkirina Kobanî ye ji vê krîzê û got:

Em ê di zûtirîn dem de alîkariyan bigihînin bajêr."

Ev hewildan di dema de tên ku ji ber nebûna sotemenî û sermayê, heta niha çar zarokan li Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.