ENKSê spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir

Dîroka Weşanê :
ENKSê spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir

PeyamaKurd- Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS), îro Yekşemê serdana nivîsgeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya li Qamişlo kir û rola BCFê ya mirovî li Rojavayê Kurdistanê bilind û pîroz nirxand.

Şanda bi serokatiya serokê ENKSê Mihemed Ismaîl, ji aliyê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, ENKSê spasya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser rola wê ya mirovî kir ku piştevaniyeke mezin bû ji bo Rojavayê Kurdistanê dike.

Mûsa Ehmed, ji aliyê xwe ve ji ENKS re amadebûna xwe ji bo berdewamiya piştevaniya derbideran li hemû deverên Rojavayê Kurdistanê kir û herwiha amadebûna xwe ji bo gihandina alîkariyan bo Kobanî jî tekez kir.

Herdu aliyan girîngî dan bihêzkirina hevkariya hevbeş û hemahengiyê, ku di berjewendiya miletê Kurd de di vê qonaxa hestiyar de be.