ENKS: "Destpêşxeriya Serok Barzanî aramî anî Rojava"

Dîroka Weşanê :
ENKS: "Destpêşxeriya Serok Barzanî aramî anî Rojava"

PeyamaKurd – Encûmena Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) ragihand ku destpêşxeriyên dîplomatîk ên Serok Mesûd Barzanî aramiya li Rojava vegerandiye û tekezî li ser çareseriyeke aştiyane kir.

Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif îro di daxuyaniyekê de girîngiya pêkanîna peymana ku di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de di 18ê Çile de hatiye çêkirin û rewşa heyî ya li Rojava destnîşan kir.

Berdevkê ENKSê got, "Destpêşxeriya Serok Barzanî û hewldanên navneteweyî û herêmî atmosfereke aramiyê ya nû anîne Rojava," û tekez li ser pêwîstiya bidawîanîna daîmî ya pevçûnan, parastina sivîlan ji êrîşan û pêşîgirtina li pêla koçberiyê ya nû kir.

Feysel Yûsif herwiha spasiya xwe ji bo rola Serok Barzanî di yekkirina partiyên siyasî yên Kurd û misogerkirina mafên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de anî ziman.

Yûsif tekez kir ku rola Serok Barzanî di vê pêvajoyê de, ji destpêka krîzê heta roja îro, "pir girîng û bi bandor" bûye.