PeyamaKurd – Tê payîn ku Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot sibê ji bo serdaneke fermî biçe Enqerê û bi hevtayê xwe yê Tirk Hakan Fidan re bicive. Babetê sereke yê rojeva civîna krîtîk wê pêşketinên leşkerî û siyasî yên dawî li Sûriye û Rojava be.
Wezîr Jean-Noël Barrot dê roja Sêşemê 27ê Çileya 2026an bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan re bicive.
Her çend Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê hîn bernameyeke fermî belav nekiriye jî, çavkaniyên dîplomatîk destnîşan dikin ku mijara civînê wê rewşa li bakurê rojhilatê Sûriyeyê be.
Piştî êrîşên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) di 6ê Çileyê de, Fransayê bi berdewamî daxwaza agirbestê û pabendbûna her du aliyan bi agirbestê re kiriye.
Di civînê de wê pêvajoya pêkanîna peymana 14 xalî ya ku di 18ê Çileyê de di navbera Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî de hatiye îmzekirin jî were nîqaşkirin.