ENKSyê nexşerêyeke 5-xalî pêşkêş kir: Piştgirî ji bo hewildanên Serok Barzanî

Dîroka Weşanê :
ENKSyê nexşerêyeke 5-xalî pêşkêş kir: Piştgirî ji bo hewildanên Serok Barzanî

PeyamaKurd – Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) derbarê rewşa aloz a li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê daxuyaniyeke berfireh belav kir.

ENKSyê di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ya tam ji bo destpêşxeriyên Serok Mesûd Barzanî nîşan da û tekez kir ku rola wî di kêmkirina aloziyan û rawestandina şer de mifteya çareseriyê ye.

ENKSyê pirsgirêka Kurd wekî mijareke siyasî û neteweyî pênase kir ku divê di çarçoveyeke destûrî de were çareserkirin.

Di vê çarçoveyê de, encûmenê pênc daxwazên serekî rêz kirin: Ragihandina agirbesteke giştî, rakirina dorpêça li ser Kobaniyê, dabînkirina beşdariya siyasî ya Kurdan di danûstandinan de, parastina aştiya civakî û vegera bi rûmet a koçberan.

Her wiha, ENKSyê spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) kir ji bo gihandina alîkariyan û daxwaz kir ku Sûriyeya nû li ser bingeha sîstemeke demokratîk û nenavendî (federal) were avakirin.