PeyamaKurd – Endama Konseya Serokatiya ENKSyê Fesla Yûsifê derbarê serdana şandeya wan a bo Şamê daxuyaniyek da.
Yûsifê destnîşan kir ku her çend ENKS ne aliyekî rasterast ê peymana HSD û Şamê be jî, ew piştgiriyê didin vê pêngavê da ku “parastina herêma me ji şer, wêranî û koçberiyê” pêk were.
Fesla Yûsif eşkere kir ku mîsyona şandeya wan a li Şamê veguhestina daxwazên neteweyî yên Kurdan e.
Wê bal kişand ser “Fermana Serokatiyê ya Hejmar 13” û diyar kir ku ev pêngav her çend baş be jî, divê were sererastkirin û “di destûra bingehîn a Sûriyeyê de cih bigire”.
ENKS daxwaz dike ku Kurd di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de xwedî rol bin û di saziyên dewletê de “postên pîşeyî û wezaretan” bigirin da ku aramiya mayînde were dabînkirin.